Published: 22 April 2024

Dengdan bi rêya nameyê

Yekşemê 9ê meha hezîranê ya sala 2024ê li Swêdê roja hilbijartina Parlamentoya Ewropayê ye.

Weha bike

  1. Bi tena serê xwe bi van gavan deng bide. Li ser karta hilbijartinê ya vala, navê wê partîyê binivîse ya ku tu dixwazî dengê xwe bidiyê. Tu dikarî dengê xwe bidî kesekî jî. Hingê tu dê navê partîyê û navê wî/wê namzedî/ê yê/ya ku tu dixwazî dengê xwe bidiyê li ser kartê binivîsî. Paşê karta hilbijartinê têxe zerfa hilbijartinê. Piştre zerfê weha bigire ku tu devê wê bizeliqînî yan bipêçî ku alîyê wî bikeve hundirê zerfê. Tu dikarî vê proseyê bi tena serê xwe bikî bê ku şahid hazir bin.
  2. Bi hazirîya du şahidan, zerfa hilbijartinê têxe zerfa taybetî ya ku navê ”Ytterkuvert för brevröst”, ango ”Zerfa derve ya ji bo dengdana bi rêya nameyê”, li ser hatiye nivîsîn. Devê wê zerfê bizeliqîne. Agahdarîyên xwe yên şexsî û îmzaya xwe bi zelalî û xuya li ser alîyê pêşîyê yê zerfa derve binivîse. Divê hemû agahdarî bên dagirtin da ku deng were qebûl kirin.
  3. Herdu şahid jî agahdarîyên xwe yên şexsî û îmzayên xwe bi zelalî û xuya li ser alîyê piştê yê zerfa derve dinivîsin. Divê hemû agahdarî bên dagirtin da deng were qebûl kirin.
  4. Paşê zerfa ku navê ”Omslagskuvert för brevröst”, ango ”Zerfa serve ya ji bo dengdana bi rêya nameyê”, li ser hatiye nivîsîn hazir bike.
    Heger karta te ya hilbijêran (röstkort) hebe: Karta hilbijêran weha di zerfa serve de bi cih bike ku kart li pêşberî zerfa derve (ytterkuvert) be da ku navnîşana komîsyona hilbijartinê ya şaredarîya te di pencereya şefaf ya zerfa serve de xuya bike.
    Heger karta te ya hilbijêran (röstkort) tune be: Zerfa derve (ytterkuvert) weha di zerfa serve de bi cih bike ku navnîşana Daîreya hilbijartinê di pencereya şefaf ya zerfa serve de xuya bike.
  5. Kontrol bike ka te hemû gavên behskirî bi cih anîne yan na. Heger te ew gav hemû bi cih anîbin, êdî wext hatiye ku tu devê zerfa serve (omslagskuvert) bizeliqînî û pûlan pê ve bikî. Nameya xwe ya dengdanê ji derveyî welatî di 25ê nîsana 2024ê û şûnde di zûtirîn dem de bişîne. Divê nameya dengdanê ji bo denghejmartinê di wext de bigehe. Çê nabe nameya dengdanê ji Swêdê were şandin.

Herî zû, nameya dengdanê di 25ê nîsanê de bişîne.

Dengdana bi rêya nameyê ew e ku tu pêşwext dengê xwe didî û tu wê dengdanê ji derveyî welatî pêşwext berî roja hilbijartinê post dikî.

Divê nameya dengdanê wisa bê şandin ku ji bo dema denghejmartinê berdest be. Dengê ku ji Swêdê bê post kirin nayê hesab kirin.

Tu nameya dengdanê dişînî wê lokala hilbijartinê ya ku aîdî te ye. Li lokala hilbijartinê, karta hilbijêran (röstkort) û zerfa hilbijartinê (valkuvert) ji hev tên veqetandin. Zerfa te ya hilbijartinê tevî dengên din di sindoqa hilbijartinê de tê bi cih kirin, wek ku te dengê xwe li lokala hilbijartinê dabe.

Şahid

Ji bo ku tu karibî dengê xwe bi rêya nameyê bidî, divê du şahidên te yên ku di ser 18-salîyê de ne hebin. Ne şert e ku ew şahid welatîyên Swêdê bin.

Ji bo ku şahid tesdîq bikin ku hemû gavên dengdanê bi duristî hatine bi cih anîn, divê ew agahdarîyên xwe yên şexsî li ser zerfa derve (ytterkuvert) binivîsin. Heger nimreyên şexsî yên swêdî (personnummer) yên şahidan tune bin, ew dikarin ji dêvla wê tewilda xwe binivîsin.

Giring e ku şahid agahdarîyên xwe bi zelalî û xuya binivîsin da deng neyê red kirin.

Karta hilbijartinê (valsedel)

Karteka hilbijartinê ya vala di nav kaxezan de heye. Tu dikarî navê partîyê û herweha navê namzedê/a ku dixwazî dengê xwe bidiyê li ser wê kartê binivîsî heger tu bixwazî kesekî hilbijêrî. Ji bîr neke ku divê nivîsa te zelal û xuya be.

Bi rêya vê lînkê, tu dikarî bi zimanê swêdî agahdarîyên bêtir li ser hilbijartina kesan, partîyan û namzedan bibînî.

Mafê dengdanê û karta hilbijêran

Heger mafê te yê dengdanê hebe, navê te dê di lîsteya hilbijêran de be û karteka hilbijêran dê ji te re were. Mafê te yê dengdanê li ser karta te ya hilbijêran e.

Heger tu welatîyê Swêdê bî û qeyda nifûsa te li Swêdê hebe yan hebûbe, mafê te yê dengdanê heye. Herweha mafê te yê dengdanê heye heger tu welatîyê dewletekê bî ku endama Yekîtîya Ewropayê ye û qeyda nifûsa te li Swêdê hebe û te navê xwe dabe lîsteya hilbijêrên swêdî.

Navên welatîyên Swêdê yên ku qeyda nifûsa wan li Swêdê heye otomatîk dikevin lîsteya hilbijêran. Swêdîyên ku welatîyên dewleteka Yekîtîya Ewropayê ne, divê 30 rojan berî roja hilbijartinê navê xwe bidin encûmena parêzgehê (länsstyrelsen) heger bixwazin di lîsteya hilbijêran de bên qeyd kirin.

Haya te jê hebe:

  • Divê emrê te di roja hilbijartinê de yan pêştir 18 sal bin.
  • Kesê ku nifûsa wî qet li Swêdê nehatibe qeyd kirin, mafê wî dengdanê tune ye.
  • Heger tu welatîyê Swêdê bî û li welatekê din yê Yekîtîya Ewropayê dijî, tu dikarî li wî welatî yê ku tu lê dimînî deng bidî. Hingê, peywendîyê bi daîreya hilbijartinê ya ku li wî welatî ye yê ku tu lê dimînî bike da tu li wê derê navê xwe di lîsteya hilbijêran de qeyd bikî. Heger tu welatîyê du dewletan jî bî, tu dikarî wek hilbijêr bi tenê li welatekî ji wan deng bidî.