Published: 26 February 2024

Dengdan

– hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê roja Yekşemê 9ê Hezîrana 2024an

Kî dikare deng bide?

Mafê te yê dengdanê heye eger tu hemwelatiyê Swêdê bî, herî dereng di roja hilbijartinê de 18 salî bî û li Swêdê qeydkirî bî yan jî ji berê ve qeydek te hebûbe.

Hemwelatiyên swêdî yên ku li Swêdê qeydkirî ne, bixweber (otomatîk) di nav qeyda dengdêran de cih digirin. Eger tu li derveyî welat qeydkirî yî, divê tu deh salan carekê serî li qeyda dengdêran bidî. Kesê ku qet li Swêdê qeydkirî nebûye ne xwedî mafê dengdanê ye.

Her weha mafê te heye ku tu deng bidî eger tu hemwelatiyê yek ji welatên endamê Yekîtiya Ewropayê bî, li Swêdê qeydkirî bî û ji bo dengdanê qeyda te hebe. Divê tu ji roja hilbijartinê ne derengtirê 30 rojan li cem Desteya îdarî ya wîlayetê (Länsstyrelsen) qeyda xwe bidî çêkirin.

Tu yê ku mafê dengdanê heye dê karta dengdanê bi postayê werbigirî. Di karta dengdanê de di derbarê mafê te yê dengdanê û cihê ku tu dikarî deng bidî de agahdarî hene. Eger tu qerta xwe ya dengdanê winda bikî, dikarî yeka nû siparîş bikî.

Bi vî awayî deng didî

Hilbijartina te veşartî ye û ne hewce ye ku tu ji kesî re bibêjî ka tu dengê xwe didî çi.

Pusûleyên dengdanê li hemû cihên ku tu dikarî deng bidî hene. Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de, hemû pusûleyên dengdanê spî ne. Dema ku tu deng didî, tu pusûleya dengdanê dixî nav zerfa dengdanê.

Dema ku tu deng didî, divê tu belgeyek nasnameyî nîşan bidî. Eger belgeya te ya nasnameyê tune be, kesek din dikare nasnameya te piştrast bike, lê paşê divê ew kes belgeya nasnameya xwe nîşan bide.

Dengdana partiyek

Tu dengê xwe didî partiyek. Navê partiyê li ser kaxizê dengdanê ye. Eger tu pusûlaya partiya xwe nebînî, tu dikarî navê partiyê li ser kaxezek vala binivîsînî.

Dengê xwe bide partî û kesekî

Eger tu dixwazî namzedek taybet ê partiyê were hilbijartin, dikarî di çargoşeya li pêş navê namzedê de li ser pusûleya dengdanê nîşana ”X” daynî. Tu dikarî tenê yek berendamek destnîşan bikî. Tu dikarî bi kesane jî bi nivîsandina navê partiyê û navê namzedê li ser kaxizeke vala deng bidî.

Dengdana pêşwext li şaredariya xwe an jî li şaredariyeke din

Ji bo dengdana pêşwext cîh (lokal) hene. Tu dikarî li seranserê welêt li her cîhek pêşwext deng bidî. Dengdana pêşwext di 22ê Gulanê de dest pê dike û heta 9ê Hezîranê berdewam dike. Dema ku tu pêşwext deng didî divê qerta te ya dengdanê li cem te be, eger te ew winda kir tu dikarî yeka nû wergirî.

Roja hilbijartinê 9ê Hezîranê li navenda xwe ya dengdanê dengê xwe bide

Hemû hilbijêr girêdayî navendeke dengdanê ne. Navenda dengdanê tenê roja hilbijartinê vekirî ye. Tu dikarî tenê li navenda dengdanê ya ku li ser qerta te ya dengdanê hatiye nîşandan deng bidî.

Ji derveyî welêt deng bide

Eger tu li derveyî welat dijî an jî li derveyî welat î, tu dikarî li gelek balyozxane û konsolosxaneyên Swêdê bi rêya postê deng bidî an jî pêşwext deng bidî. Ji bo dengdana bi nameyê, divê tu materyalek taybetî siparîş bikî. Pêwîst e du şahidên te ku temenê wan 18 salî ye hebin. Deng dikare herî zû di 25ê Nîsanê de ji derve bi rêya postê were şandin. Tu dikarî herî zû 16ê Gulanê li balyozxane an konsolosxaneyan deng bidî.

Bi rêya kûryeyek deng bide

Heger ji ber nexweşî, seqetî yan jî temen, tu bi xwe nikaribî biçî navenda xwe ya dengdanê yan jî cihê dengdana pêşwext tu dikarî bi rêya kûryeyek dengê xwe bidî. Wê demê divê tu materyaleke taybetî siparîş bikî. Pişt re divê tu materyalek taybetî siparîş bikî. Divê herî zû di 16'ê Gulanê û herî dereng 9'ê Hezîranê de deng bê amadekirin.

Ji te re kûrye û şahidek lazim e. Divê temenê herduyan jî ji 18 salî mezintir be û ne yek kes be ku hem kûrye û hem jî şahid be. Eger kûrye dengê te li odeyek ji bo dengdana pêşwext bide, divê ew karta te ya dengdanê bi xwe re bîne.

Her weha eger tu di girtîgehê de an jî saziyek sererastkirinê bî dikarî bi rêya kûrye dengê xwe bidî. Wekî din, eger tu li ser xeta postevan a gundan bî, tu dikarî bi alîkariya postevan jî dengê xwe bidî.

Kî dikare kûrye be?

Kûrye divê bi kêmasî 18 salî be. Kûrye dikare ev kes bin:

  • Xizmek (merivek) te
  • Kesek ku lênêrîna te an jî kesekî ku bi gelemperî di mijarên kesane de alîkariya te dike
  • Xebatkarekî li nezaretê yan girtîgehê
  • Postevanekî gundan, heger ku tu li ser xetekî postevanên gundan î.

Wergirên dengan yên seyar

Wergirên dengan yên seyar ji bo wan kesan e ku ji ber nexweşî, temen an seqetbûnê, nikarin pêşwext deng bidin an jî li navendeke dengdanê bi xwe dengê xwe bidin. Di dema wergirtina dengên seyar de, şaredariya te rê dide ku du wergirên dengan werin mala te û dengê te bistînin. Ji bo bêtir agahî bi şaredariya xwe re têkilî dayne.

Pirs?

Eger dixwazî materyal yan qarteke dengdanê ya nû siparîş bikî, yan jî li derbarê li ku deverê û çawa dengê xwe bidî bi desteya hilbijartinê (valnämnd) ya şaredariya xwe re têkilî dayne: Serî li malpera www.val.se bide yan jî telefonê Agahdariya Hilbijartinê (Valupplysningen) bike. Hejmara 020-825 825 (ji Swêdê) yan +46 (0) 771 270 999 (ji derveyê welat).