Dengdan
Yekşema 11 îlonê 2022 ji bo parlamento û meclîsên şaredarî û herêman hilbijartin tên li darxistin.
Kî dikare dengê xwe bide!
Ji bo xwedî mafê dengdanê bî divê te herî dawî roja hilbijartinê 18 salî tije kiribe. Agahiyên li qeyda nifûsê yên 30 rojên berya roja hilbijartinê li derbarê hebûna mafê te yê dengdanê û aîdiyeta te ya herêma hilbijartinê de xuyakar e.
Mafê te yê dengdana di hilbijartina parlamentoyê (riksdagê) de heye ger tu:
- hemwelatiyê Swêdê bî û li nifûsa Swêdê qeyda te hebe yan hebûbe.
Mafê te yê dengdana di hilbijartina meclîsa şaredarî û herêmê de heye ger tu:
- hemwelatiyê Swêdê bî û li nifûsa Swêdê qeyda te hebe
- hemwelatiyê yek ji welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê, Îzlanda yan Norwêcê bî û li nifûsa Swêdê qeyda te hebe
- hemwelatiyê welatekî din bî û berya roja hilbijartinê sê salan ser hev li nifûsa Swêdê qeyda te hebe.
Tu yê ku xwedî mafê dengdanê yî kareteke dengdanê werdigirî
Tu yê ku xwedî mafê dangdanê yî sê hefte berya hilbijartinê bi rêya postê karteke dengdanê werdigirî. Li ser karta dengdanê hatiye nivîsandin ka di kîjan hilbijartinan de mafê te yê dengdanê heye, û nav, adres û saetên mesayiyê ya lokala hilbijartinê ya te. Ger karta dengdanê neketibe destê te dikarî yekî ji şaredarî yan Meqama Hilbijartinê (Valmyndigheten) sparîş bikî.
Pusûleya dengdanê
Rengê pusûleya dengdanê ji bo hilbijartina parlamentoyê zer, ya meclîsa şaredariyê spî û ya meclîsa herêmê şîn e. Pusûleyên hilbijartinê li her cîhên ku tu dikarî lê dengê xwe bidî hene.
Deng bide partiyek
Tu berî her tiştî deng didî partiyek. Navê partiyê li ser pusûleya dengdanê hatiye nivîsandin. Ger nikarî pusûleya dengdanê ya partiya xwe bibînî dikarî navê partiyê li ser pusûleyeke dengdanê ya vala binivîsînî.
Dengdana şexsan
Ger dixwazî namzetek xisûsî ya partiyekê bê hilbijartin dikarî çeprazek li çargoşeya li ber navê namzet xêz bikî. Tu dikarî tenê namzetek çepraz bikî. Tu her weha dengdana şexsan dikari bi nivîsandina navê partiyê û navê namzet li ser pusûleyeke dengdanê ya vala jî pêk bînî.
Li vir dikarî dengê xwe bidî
Roja hilbijartinê 11 îlonê li lokala hilbijartinê ya xwe dengê xwe bide
Tu tenê dikarî li lokala hilbijartinê ya ku navê wê li ser karta te hatiye nivîsandin dengê xwe bidî. Lokala hilbijartinê tenê roja hilbijartinê vekirî ye. Wexta ku li lokala hilbijartinê ya xwe deng didî navê te li kutuka (lîsteya) hilbijêran tê nîşankirin.
Dengdana pêşdemî li şaredariya te yan li şaredariyeke din
Tu dikarî li hemû lokalên dengdanê yên li seranserê welêt pêşdemî dengê xwe bidî. Dengdana pêşdemî di 24 tebaxê de destpê dike û heta roja hilbijartinê didome. Dema pêşdemî deng didî divê tu karta dengdanê ya xwe bi xwe re bibî. Aghaiyên li ser cihên dengdana pêşdemî dikarî ji şardariya xwe yan www.val.se hîn bikî.
Ji derveyî welêt deng bide
Ger tu li derveyî welêt î dikarî bi name dengê xwe bidî yan pêşdemî li piraniya balyozxane û konsolosxaneyên Swêdê dengê xwe bidî. Ji bo karibî bi nameyê deng bidî divê tu materyalên xisûsî bikar bînî ku ji Meqama Hilbijartinê (Valmyndigheten), şaredarî, balyozxane yan konsolosxaneyan sparîş dikî. Dengê te divê herî zû di 28ê tîrmehê de ji derveyî welat hatibe postekirin. Dengdana pêşdemî ya li balyozxane yan konsolosxaneyan herî zû 18 tebaxê ye.
Divê tu nîşan bidî ku tu tu yî
Ji bo karibî dengê xwe bidî divê tu karibî nasnameya xwe bi nîşandana belgeyeke nasnameyî piştrast bikî. Ger belgeyeke nasnameyî ya te tunebe kesekî din dikare nasnameya te piştrast bike, lê divê ew kes karibe belgeyeke nasnameyî ya xwe nîşan bide.
Ger ji bo dengdanê pêdiviya te bi alîkariyê hebe
Bi rêya wekîlek deng bide
Tu dikarî bi rêya wekîlek dengê xwe bidî ger tu ji ber nexweşîyek, fonksiyoneke daketî yan temenê bilind nikarî bi tena serê xwe biçî lokala xwe ya hilbijartinê yan lokaleke ji bo dengdana pêşdemî. Her weha bi rêya wekîlek dikarî deng bidî ger tu li nezaret yan girtîgehek bî. Deng divê herî zû 18 tebaxê û herî dereng roja hilbijartinê hatibe amadekirin. Pêdivya te bi wekîlek û şahidek heye. Divê herdu jî 18 salî tije kiribin û heman kes nikare hem wekîl û hem jî şahid be.
Pêdiviya te bi wekîlek heye – kî dikare bibe wekîl?
Wekîl divê bikêmasî 18 salî be. Ev kes dikarin wekil bibin:
- mirovekî te
- lênêrînerê te yan kesekî din ku ji bo karûbarên şexsî alîkariya te dike
- xebatkarên li nezaret û girtîgehan
- posteçiyê gundan, ger ku tu li ser xetekê posteçiyên gundan dimînî.
Ji bo dengdana bi wekîl pêdiviya te bi materyalek xisûsî heye ku tu ji şaredarî yan Meqama Hilbijartinê sparîş dikî. Ger tu bi wekîl pêşdemî deng bidî divê karta dengdanê ya te hebe.
Servîsa dengdanê ya seyar
Servîsa dengdanê ya seyar ji bo te heye ku ji ber nexweşî, temenê bilind yan fonksiyonên daketî nikare bi xwe pêşdemî deng bide yan li lokaleke hilbijartinê dengê xwe bikar bîne. Servîsa dengdanê ya seyar ew e ku şaredariya te du kesên dengê te werdigirin dişeyne mala te û wana dengê te hildidin. Ji bo bêtir agahî têkilî bi şaredariya xwe re dayne.